Dewleta Tirk keştiya xwe li Derya Spî vekişand

Dewleta Tirk dîsa siwar hat pêya çû.
Dewleta Tirk, tevî hemû hişyariyên dewletên Yekîtiya Ewropa û Amerîka, bi awayekî derqanûnî Keştiya xwe ya bi navê Oruç Reîs ku lêgerîna xazê dikir şand Rojhilatê Derya Spî.
Ev keştî ev 2 mehe di qadeke navbera Yewnanistan û Qibrisê lêgerîna xazê pêk dianî.
Lê dema ku bertekên li dijî dewleta Tirk zêde bûn û rewş gihişt asta amadekariyên şer dewleta Tirk bi hênceta ku ji bo şans bide dîplomasiyê keştiya xwe ji rojhilatê derya Spî vekişand.

Dewleta Tirk a dagirker 10’ê meha Tebaxê keştiya xwe ya bi navê Oruş Reîs bi awayekî derqanûnî şand li Rojhilatê Derya Spî lêgerîna gazê pêk dianî.

Ev gava dewleta Tirk ji aliyê, Amerîka, Fransa, Îtalya, Yûnanistan, Qibris û hin welatên YE yê din ve nehat qebûl kirin.

Li herêmê bû sedema aloziyek mezin û amedekariyên şerekî leşkerî.

Serokwezîrê Yunanistan Miçotakîs bi daxuyaniyeke ragihand ku ew li dijî kiryarên dewleta Tirk pergala xwe ya parastinê xurt dikin û di vê çarçoveyê de ew 18 balafirên şer ji Fransa dikirin.

Her wiha Miçotakîs diyarkir ku di çarçoveya pergala parastinê de wê 4 keştiyên şer, 4 helîkopter bikirin û 15 hezar endamên leşkerî bigrin nav artêşê.

Piştî vê daxuyanîya Miçotakîs û biryardariya wî ya şer a bi dewleta Tirk re ji nişkave nûçeyek ket malperan û hate gotin ku dewleta Tirk keştiya xwe ya ‘Orûç Reîs’ roja yekşemê ji Derya Spî vekişand.
Aliyê Tirk îdîa kirin ku ji bo ‘şensê bidin dîplomasiyê’ keştî vegerandine.

Vekîşîna keştiya Tirk piştî civîna heft welatên Yekîtiya Ewropa ya li ser Derya Spî pêk hat. Welatên mijara gotinê bi pêşengiya Fransayê li hev civiyan bang li Tirkiyê kirin ku karên xwe yên yekalî yên li Derya Spî bi dawî bike.
Di rewşeke berevajî de hişyarî dabûn ku wê li dijî Tirkiyê tedbîrên nû werbigirin.

Berdevkê hikumeta Yûnan Stellîos Petsas roja Yekşemê ji Skaî TV a Yewnan re axivî û diyar kir ku vekişîna keştiya Tirk erênî ye û got, “Em vê yekê not dikin û rewşê dişopînin.”

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo jî roja Şemiyê serdana Qibrisê kir û ji ber karên dewleta Tirk ên li rojhilatê Derya Spî diyar kir ku ew bi fikar in.

Back to top button