Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngava KCK’ê ya ‘Dema Azadiyê ye’ a li dijî dagirkeriyê.
Ciwanan di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta faşîst bi armanca radestbûna Kurdan, polîtîkayên tecrîdê li ser Rêber Ocalan, êrîşan li ser Heftannîn, Rojava, Başûr û dorpêça li ser Mexmûrê girantir dike.
Ciwanan di daxuyaniyê de bang li hemû gel û ciwanan kir ku li dijî dagirkeriyê xeta têkoşîn û berxwedanê bingeh bigirin.
Mamostayên Mexmûr jî bi dirûşma “Dawiyê li dagirkeriyê bînin û Kurdistanê biparêzin” tev li Pêngavê bûn û banga derketina li dijî dagirkeriya Tirkiyê kir.
Partiya Komunîst: Divê aliyên Kurd yekkîtiya neteweyî ava bikin
Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Komunîstên Kurdistanê Karwan Faris jî ji aliyê xwe ve piştgirî da Pêngava KCK’ê û got:
“Di vê qonaxê de yekîtiya gelê Kurd û partiyên siyasî girîng e.
Divê Kurd li ser bernameyeke hevbeş li hev bikin û yekîtiya neteweyî ava bikin.”