Serokê Qibrisê diyar kir ku welatê wî rastî dagirkeriyeke nû ya dewleta Tirk û da zanîn Qibris heta niha jî êşa dagirkeriya dewleta Tirk dikişîne.
Serokê Qibirsê Nikos Anastasiades li pêşiya Komeleya Giştî ya NY axivî û diyar kir ku Qibris heta niha ji ber encamên dagirkeriya Tirk azaran dikişîne.
Anastasiades diyar kir ku gefên derbasbûna keştiyên şer ên dewleta Tirk hene û ev yek jî binpêkirina biryarên navneteweyî ye.
Anastasiades bi bîr xist ku welatê wî û Yewnanistan ji bo bidawîkirina kirinên dewleta Tirk ên neqanûnî li rojhilatê Deryaya Spî, di nava tevgerê de ne.
Di heman demê de, koordînatorê Kar û Barên Derve û Ewlehiyê ya YE Joseph Borrell, biryara Enqereyê ya dirêjkirina dema vekolîna li petrol û gazê li hemberî peravên Qibrisê, şermezar kir.