KJK: Wê pêngava KCK’ê û pêngava me ya nû bi hev re bimeşin

Koordînasyona KJK’ê piştgiriya xwe bi pêngava KCK’ê ya “Bes e ji tecrîd, faşizm û dagirkeriyê re; dem dama azadiyê ye” de û pêngaveke nû ragihand.
KJK’ê destnîşan kir ku wê her du pêngav hevdu bihêz bikin.
KJK’ê di çarçoveya herdu pêngavan de banga tevlîbûna çalakîyan kir.

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku ew destekê didin pêngava KCK’ê û di heman demê de pêngavek nû ragihand.

KJK’ê bi silogana ‘Li dijî qirkirina jinê, dema parastina jina azad û civakê ye’ dest bi pêngavekê kir.

KJK’ê destnîşan kir ku wê pêngava KCK’ê û pêngava wan ya nû bi hev re bimeşin û got:

“Sîstema kapitalîst a gerdûnî ji bo rastiya jinê vegerînin modela kolekirina modern êrîşên xwe didomînin, li dijî vê jî ji her demê cudatir, divê em bigihêjin asta çareseriyê û têkoşîna xwe bilind bikin.”

KJK’ê di dewama daxuyaniya xwe de anî ziman bi pêngava KCK’ê têkoşîna li dijî dagirkeriyê ya gelê Kurdistanê, ketiye qonaxeke nû û wiha pê de çû:

“Gelê Kurd û jin, hêzên demokrasiyê û azadiyê yên li Rojhilata Navîn bi hev re wê li dijî faşîzmê rawestin û faşîzmê hilweşînin. Li ser vê bingehê em weke KJK pêngava ku KCK’ê dayî destpêkirin destek dikin û wê her du pêngav hevdu bihêz bikin.”

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku armanca sereke ya ji pêngava wan a ”Li Dijî Qirkirina Jinê, Dema Parastina Jina Azad û Civakê ye” ev in.

“Azadiya Rêber Apo, bidawîbûna mêtingerî û dagirkeriya li her çar parçeyên Kurdistanê, avakirina jiyana azad. Wê ev pêngav bibe pêngava serketinê ku hebûna Kurdan bi jiyana azad tacîdar dike.”

Koordînasyona KJK’ê di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû aliyan kir ku di çarçoveya herdu pêngavan de bi xurtî tevlî çalakî û xebatan bibin.

Back to top button