Bi armanca xwedîderketina li Pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li bajarê Den Haag a Hollandayê çalakiyek hate kirin.
Di çarçoveya pêngava azadiyê a KCK’ê ya li dijî dagirkeriyê de li bajarê Den Haag a Hollandayê çalakiyek hate kirin.
Çalakiya ku Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn li pêşiya avahiya Parlementoya Hollandayê hate kirin.
Di çalakiyê de bang hat kirin ku bila her kes ji bo azadiya rêber Ocalan bikeve tevgerê.