HDP’ê, derbarê bûyera binçavkirin û avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban de banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kir.
Parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Mûrat Sarisaç, derbarê bûyera binçavkirin û avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban ku li navçeya Şaxê ya Wanê pêk hatibû de, banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kir.
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Çoşkûn jî derbarê bûyerê de daxwaz kir ku lêkolîna meclisê bê vekirin.
Li navçeya Şaxê ya Wanê 11’ê Îlonê Osman Şîban û Servet Tûrgût êşkence li wan hatibû kirin û ji helîkoptêrê hatibûn avêtin.
Rapora nexweşxaneyê piştrast kiribû ku her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin.