Bi dirûşmeya “Mozaîka çandî, xweşikbûn, dewlemendî û guhertin e”, Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê, cara yekê, li herêma Şehbayê, amadekariyên Mîhrîcana Amara dike.
Tevgerê li şanogeha Mîtan a navçeya Ehdas a herêma Şehbayê dest bi amadekariyê mihrîcanê kir.
Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehbayê Mihemed El-Weys diyar kir ku ew deyndarên mîhrîcana Amara ne ku ji wan re fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan vedibêje.
Derbarê programa mîhracanê El-Weys got:
Di sê rojên mîhrîcanê de, wê çalakiyên hunerî, çandî, wêjeyî û werzîşê
bên pêşandan û xwarinên gelêrî bên çêkirin.
El-Weys diyar kir ku heta niha 80 xort û keç tev li mîhrîcanê bûne.
Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed El-Weys eşkere kir ku di 10 rojên pêş de bi awayekî fermî dê mîhrîcan dest pê bike.