Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 39 rewşên nû yên vîrûsa coronayê û 7 kesên din ji Coronayê baş bûne.
Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 39 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin.
Ew jî;
- 17 li Hesekê
- 9 li Qamşlo
- 4 li Girkê Legê
- 3 li Dêrikê
- 2 li Çil Axa û 2 li Tirpêsbiyê
- 1 li Til Temir û 1 li Rimêlan
Desteyê diyar kir ku, 7 kesên din ji Coronayê rihet bûne.
Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 1398’an, 397’an ji wan baş bûne û 61’an jî jiyana xwe ji dest daye.