Salih Gedo: Li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk divê gel serî hilde û bi erka xwe rabe

Sekerterê Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo destnîşan kir ku ji bo bersivdayîna êrîş û binpêkirinên Tirkiyê, divê gelên herêmê serî hildin û bi erkên xwe yên netewî rabin. Gedo piştgiriya xwe bi pêngava KCK’ê re jî anî ziman û bang li her kesî kir ku beşdarî vê pêngavê bibe.

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo gelê Kurd li Sûriyê weke parçeyekî gelê Sûriyê pênase kir û diyar kir ku wan parastina herêmê kir û bi hezaran şehîd di oxira azadî û rûmetê de da..

Salih Gedo daxuyand ku ji bo bersivdayîna dijminahiya li dijî herêmê, divê gelên herêmê serî hildin û li dijî binpêkirin û êrîşên Tirkî bi erkên xwe yên netewî rabin.

Li gorî Gedo, divê gelê herêmê li dijî dagirkeriyê berî her tiştî eniya hundirîn xurt bike û yekkirina refa Kurdî wê bibe faktoreke sereke ya bersivdayîn êrîşên Tirkiyê û dê eniya hundirîn a Sûriyê xurt bike.

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê, piştgiriya xwe bi pêngava KCK’ê ya ku 12’ê Îlonê ku li dijî dagirkeriyê dabû destpêkirin jî anî zimên.

Gedo dibêje:

“Divê girîngî û armancên pêngavê bi partî û hêzên ku hîna tev li pêngavê nebû re, bên nîqaşkirin û her kes beşdar bibe..

Divê hemû hêz û partiyên beşdarbûne, xwedî taybetmendiyeke netewî bin da ku pêkhateyên din jî beşdar bibin.

Pêşeroja gelê me niha bi serkeftina tevgera siyasî ya di erkên netewî yên vê qonaxê ve girêdayî ye.”

Lewma li dijî destwerdana Tirkiyê, Salih Gedo, banga serhildanê li hemû hêz û partiyên li çar parçeyên Kurdistanê û yekhelwesta Kurdistanî kir.

Back to top button