Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk, ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan, li Almanyayê çalakiyek pêk anî.
Çalakî li pêşiya Eûropa-galeriyê li bajarê Saarbrucken ê Almanyayê pêk hat.
Di çalakiyê de, zextên Almanya yên li dijî çalakgerên Kurd hatin şermezarkirin.
Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk bang li dewleta Almanyayê kir ku helwesta xwe ya li hemberî dewleta Tirk zelal bike.