DAIŞ’ê careke din gefa êrîşên nû li tevahî cîhanê xwar

Çeteyên DAIŞ’ê careke din gefa êrîşên nû li hemû cîhanê xwar.
Berdevkê DAIŞ’ê çeteyê bi navê Ebû Hemze El-Mihacir gefa revandina çeteyên DAIŞ’ê yên girtî li herêmên bakur û Rojhilatê Sûrî xwar. Erebistan Siûdiyê jî bi taybetî piştî boykota malên Tirk para xwe ji van gefan xwar.

DAIŞ a ku piştgiriyeke mezin ji dewleta Tirk û bi taybetî rejîma Erdogan digire careke din gefa êrîşan li hemû cîhanê kir.

Nexasim piştî destpêkirina pêngava boykottkirina kelûpelên Tirkiyê ji aliyê Erebistana Siûdiyê û gelek dewletên din ve.

Ji bo pêkanîna armancên Tirkiyê, Berdevkê DAIŞ’ê Ebû Hemza El-Mihacir bi dengekî tomarkirî, gefa êrîşên nû dide çeteyên xwe.

Serçete El-Mihacir gefa revandina çeteyên xwe yên girtî li tevahî cîhanê xwar û bi taybet yên di girtîgehên herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûrî û kampa Holê de ne.

Berdevkê DAIŞ’ê got:

“Di demek e nêz de, hûn ê dengê “Ellhûekber” li ber girtîgehan bibhîzin, wê demê hûn ê hemû rizgar bibin.”

Berdevkê DAIŞ’ê behsa kuştina serokêlên herêmê jî kir û kuştina wan ji aliyê çeteyên xwe ve pîroz kir.

Berdevkê DAIŞ’ê her wiha ji şaneyên xwe yên veşartî xwest ku êrîşên terorîst giran bikin û êrîşên tek tek bin jî, pêk bînin.

Jixwe bi armanca derxistina fitneyê navbera Kurd û Ereban, şaneyên DAIŞê û gelek aliyên din, hejmarek serokêlên Ereban kuştine.

Ev demek pêngava boykottkirina kelûpêlên Tirkiyê li gelek welatan bi serkêşiya Siûdiyê dest pê kiriye.

Vê yekê hişt Berdevkê DAIŞ’ê rasterast ji bo piştevana xwe Tirkiyê, gefên lê bixwe û derbkirina binesaziya aboriya Erebistan Siûdiyê û boriyên wê yên neftê bike armanca xwe.

Piştî têkiliyên Tirkiye bi Fransayê re aloz bûn, taybet di majara Deryaya Spî de, Berdevkê DAIŞê el-Muhacir gef li Fransayê jî xwar.

Ev yek careke din hevkariya Tirkiye û DAIŞê radixe ber çavan.

Ji lewre, el-Muhacir bang li çeteyên xwe yên li Rojavayê Afrîkayê dike, ku asta êrîşên xwe li van herêman bi taybet girantir bike û Fransa bikin hedef.

Tê zanîn, hikumeta Fransî bi hevkariya hikumetên gelek welatên Rojavayê Afrîkayê operasyona bi navê “Berxan” ji 2014an de li dijî çeteyan daye destpêkirin.

Jixwe 16ê vê mehê, çeteyên DAIŞ’ê serê mamosteyekî Dîrokê li Fransayê jê kir.

Back to top button