Jinên Şengalê: Divê Tevgera Goran helwesta xwe diyar bike

Şandek jinên Şengalê li ser lihevkirina PDK û Bexda ya li ser Şengalê, bi jinên Tevgera Goran û KNK re civiyan.

Şandeya jinên Şengalê bi şandek jinên Tevgera Goran li Silêmaniyê civiya.

Derbarê naveroka civînê, Hevseroka MeclIsa Xwerêveberiya Şengalê Leyla Qasim daxuyaniyek çapemeniyê da.

Leyla Qasim got ku armanca serdanê gihandina dengê jinên Êzidî ye û pêkanîna yekîtiya jinên Kurd e.

Leyla Qasim diyar kir ku wan daxwaz ji Tevgera Goran kir ku derbarê lihevkirina PDK û Bexda helwesta xwe zelal bike.

Jinên Tevgera Goran jî destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin hemû yekîtiyên jinên Kurdistanê, lê ew niha nikarin helwesta derbarê lihevkirina PDK û Bexda de diyar bikin.

Jinên Şengalê banga yekîtiya jinên her çar aliyên Kurdistanê kir

Şandeya Şengalê her wiha serdana Komîsyona Jinên KNK’ê kir.

Komîsyona Jinên KNK’ê piştigiriya xwe ya ji bo jinên Şengalê anîn ziman.

Şandeya jinên Şengalê jî bang kir ku derbarê peymanên li dijî îradeya xelkê Şengalê jinên her çar aliyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button