Li gundewarê Dêrazorê goreke komî ya qurbaniyên komkujiya li dijî eşîra Şiêtat a çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de pêk anîbûn, hate dîtin.
Duh li Badiya Cemê ya ser bi Dêrazorê ve goreke komî ya qurbaniyên komkujiya li dijî eşîra Şiêtat a çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de pêk anîbûn, hate dîtin.
Di gorê de bi dehan refat hatin dîtin, jê 26 hatin derxistin û nasnameya 25’an hatin naskirin.
Kesek din nasnameya wî nehat naskirin, lê tê texmînkirin ku ji bajarokê Zebarî yê Dêrazorê ye.
Refat li gorî ûrf û adetan ji aliyê malbatên wan ve li goristana Şehîdan a bajarokê Ebû Hemam ve hatin veşartin.
Çeteyên DAIŞ’ê di mehên Tîrmeh û Tebaxa 2014’an komkujiyek ku 3 hefteyan dewam kir li dijî eşîra Şiêtat pêk anîn.
Di encamê de zêdeyî hezar û 200 sivîl hatin qetilkirin, zêdeyî hezar kes jî hatin revandin ku çarenûsa wan ne diyar e.