Enqere careke din lêgerînê dike û Yûnanistan mijarê radike “YE”

Li Rojhilatê Deryaya Spî, careke din Enqere dema keştiya xwe ya lêgerînê dirêj kir..

Hêzên Deryayî yên Tirkiyê ragihand ku wan karê keştiya “Oruç Reis” heta 14ê Mijdarê dirêj kiriye.

Yûnanistanê jî bi daxuyaniyekê ev yek şermezar kir û banga betalkirina vê agahdariyê li Tirkiyê kir.

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê anî ziman ku hikumeta welatê wî dê vê mijarê fermî û bi awayekî diplomasî rake YE.

Yûnanistan, ji ber Tirkiyê qanûna deryayî ya navdewletî li ava wê ya herêmî binpê dike, banga cezakirina Enqereyê dike, lê li beramberî vê, Tirkiye lêgerîna li xazê ji mafê xwe dibîne.

Back to top button