Şêniyên Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şervanê QSD’ê Ridwan Emîn (Idrîs Yûsif) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê oxir kirin.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, piştî wergirtina cenazeyê şervanê QSD’ê Ridwan Emîn (Idrîs Yûsif) ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê berê xwe dan goristana Şehîd Dijwar.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û hêzên leşkerî ya qada Şedadê axeftin hate kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.
Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Hevalên çek ê şehîd, cenazeyê şehîd hilgirtin û di nava diruşmeyên “Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan de spartin axê.