Li gundewarên Heleb û Idlibê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li gundewarê Heleb û Idlibê, di encama êrîşên çeteyên dewleta Tirk de, 3 leşkerên hikumta Şamê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku duh di êrîşên çeteyên Tirkiyê li eniya Mihwer EL-Foj 46  46 li Rojavayê Heleb û li eniyên bajarokê Me’r Şorçn  li gundewarên Bakurê Idlibê de, 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û jimarek birîndar bû.

Çavdêriyê her wiha ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi giranî êrîşî nuqteyên çeteyan li gundê Serce  li Cebel El-Zawiyê û gundê Benîn û Mentef  li Başûrê Idlibê kirin.

Back to top button