Berdevkê Rêveberiya Xweser û Serokê partiya Kesek a Kurdistanî Lûqman Ehmê derbarê daxuyaniyên dawî yên PDK’ê ji telefizyona me Ronahî TV re axivî û diyar kir ku PDK’ê bûye lîstikek di destê dewleta Tirk a dagirker û Erdogan de. Ehmê bang li PDK’ê kir ku li pey dijminan nekeve û li dijî birayên xwe çekê hilnede.
Berdevkê Rêveberiya Xweser û Serokê partiya Kesek a Kurdistanî Lûqman Ehmê derbarê daxuyaniyên dawî yên PDK’ê, ji telefizyona me Ronahî TV re axivî.
Luqman Ehmê diyar kir ku PDK’ê bûye lîstikek di destê dewleta Tirk û Erdogan de û di hemî aliyan de li gorî berjewendiyên xwe dixebite.
Hemê piştrast kir ku eger ev şer biqewime, wê tenê gelê Kurd zirarê bibîne û wê berjewendiyên dijmimin pêk werin.
Li gorî Ehmê, çareserkirina vî şerî tene wê bi rêya yekîtî û diyalogê were kirin.
Luqman Ehmê da zanîn jî ku hebûna PKK’ê li bşaûr ne ji îro ve ye, lê belê ev zêdeyî 10 salan li wir e û li dijî dagirkeriyê berxwedanê dike.
Derbarê diyalogên yekrêziya Kurdî de jî Ehmê diyar kir ku bi rêya vê yeke tenê, Kurd wê destkeftiyên xwe biparêzin û xewna xwe ya hezarê salan pêk bînin.
Berdevkê Rêveberiya Xweser û Serokê partiya Kesek a Kurdistanî Luqman Hemê di dawiyê de bang li PDK’ê kir ku li dûv dijminan nekeve û li dijî birayên xwe çekê hilnede.