Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe careke din gundên Girê Spî topbaran kirin.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe duh saetên şevê, gundên Qizelî, Erîda, Kor Hesen, Bîrkino û Silîp ên bajarê Girê Spî bi dijwarî topbaran kirin.
Li gorî agahiyan, di êrîşên li ser gundên Silîp û Qizelî de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.
Berî 3 rojan jî, Artêşa dagirker bi çekên giran êrîşî gundê Ebdik Sexîr yê li rojavayê heman bajarê kiribû û malên sivîlan û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kiribûn armanc.