Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di encama 3 çalakiyan de, 9 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Hêzên Rizgariyê bi daxuyaniyekê ragihand ku:
11’ê Mijdarê li gundê Erebwêran ê navçeya Şera li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin.
Di encamê de, 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
12’ê Mijdarê li gundê Erendê yê navçeya Şiyê hêzên li dijî çeteyan çalakiyek li dar ket û 2 çete hatin kuştin.
Hêzên Rizgariyê her wiha di 18’ê heman mehê de, çalakiyeke sabotajê li herêma Efrînê pêk anî û herî kêm 5 çete hatin kuştin û erebeyek hat teqandin..