NY esrar ji lîsteya madeyên hişbir derxist

NY bi armanca karanîna ji bo bizîşkî, esrar ji nava lîsteya madeyên hişbir derxist.

Komisyona Madeyên Hişbirê ya NY ku ji 53 welatan pêk tê, li ser pêşniyara Rêxistina Tenduristiya Cihanî (WHO) xwest esrar û beşên wê di ber çavan re were derbas kirin.

Pêşniyara rêxistinê di sala 2018’an de hatibû kirin.

Lê ji ber cudabûna fikrê welatan ya li ser mijarê, ev pêşniyar hatibû paşxistin.

DYA û Ewropa ku piştevaniya pêniyarê dikir rastî bertekên Rûsya, Çîn, Misir, Nîjerya û Pakistan hatibû.

Balkêşe ku esrar di gelek pêwistiyên jiyanî yên weke, derman, kaxez, qumaş, keştî, pir û gelek tiştên din de tê bikaranîn.

Lê dema bi genên wê tê leyîstin ew jî weke madeyek ya hijbirê lê tê.

Ji ber vê yekê ji aliyê NY ve hatibû qedexekirin.

Back to top button