Li Efrîna dagirkirî, çanda gelekî tê talankirin û dizîn..
Li gel hemû sûcên dîtî û nedîtî, dewleta Tirk girên dîrokî yên Efrînê dikole û didize.
Li gorî Gerînendeyiya Şûnwaran a Efrînê, di meha Mijdara borî de talan û wêrankirina 13 girên dîrokî hatiye belgekirin..
Li Serê Kaniyê jî, girê Til Helefê tê kolandin.
Girên dîrokî yên bajêr ji aliyê dagirkerên Efrînê ve, tên dizîn..
Digel sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên Efrînê, ev yek jî pêk tê..
Ev dizî li gorî qanûna navneteweyî, sûcekî şer e, lê li herêmên li jêr dagirkeriya Tirkiyê, ev karekî rojane û rewa ye.
Ev tiştî hemû jî li pêş çavên cîhanê tên kirin.
13 girên dîrokî dizîn û kolandin
Kolandin û diziya 13 girên dîrokî Mijdara borî, ji aliyê Gerînendeyiya Şûnwaran a Efrînê ve hat belgekirin..
Ev belge, xwe dispêrên wêneyên ku bi rêya peykê hatine kişandin.
Li gorî Endamê Gerînendeyê Şûnwaran ê Herêma Efrînê Selah Sîno, artêşa Tirk û çete nahêlin tu kes nêzî deverên ku bi alavên giran têne kolandin û wêrankirin, bibin.
Ji girên hatine dizîn û kolandin:
Girê Şêx Ebdul Rehman
Girê gundê Îska
Girê Firaq ê li gundê Firêriyê yê girêdayî Cindirêsê,
Girê Keşor ê li gundê Sorkê,
Girê Hisên Nasir ê li gundê Qerebaba yê girêdayî Raco.
Her wiha li navenda Efrînê jî,
Girê Comkê
Girê gundê Qîbarê
Girê gundê Til Tewîl,
Yê gundê Maratê,
Girê gundê Kefer Rûmê
Girên Bîra Avrazê û gundê Xazyana yên girêdayî Mabata û
û Yê Eboş ê gundê Gemrûkê.
Jixwe armanc, gihandina serî a planên guhertina demografîk e..
Ji lewra û ji bo pêşîlêgirina li sûcên şer ên Tirkiyê, Gerînendeya Şûnwaran a Efrînê bang li rêxistinên peywendîdar kir, ku şûnwarên Efrînê ji xirakirin û talankirinê biparêzin.
Girê Til Helef ê dîrokî tê kolandin û şûnwar tên dizîn
Heman sûcên şer ên Enqerayê, der heqê şûnwaran de, li Sêrê Kanî û Girê Spî jî pêk tên.
Li van deveran jî, armanc heman e.
Girê dîrokî yê Til Helefê dikole û didize
Herî dawî jî, Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa Tirk girê dîrokî yê Til Helefê li Serê Kaniyê dikole û şûnwar û ferfûriyên wê dizî.