Bi hatina cejna Êzî re, Konseya Rêveber a KNK’ê bi peyamekê, Cejna Êzî li civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz kir.
Piştî rojiya 3 rojan, civaka Êzidî pêşwaziya Cejna Êzî dike.
Li gorî baweriyên ola wan, ji bo şev kin bibin û roj dirêj bibin, Êzidî rojiya Êzî heta 3 rojan digirin û di pişt re li jêr heman navî, cejna xwe pîroz dikin.
Konseya Rêveber a KNK’ê bi vê boneyê, peyameke pîrozbahiyê da civaka Êzidî û got:
“Îro cejn e, cejna Êzî ye, cejna avakirinê ye.
Berî her tiştî em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK), Cejna Êzî li Êzidiyan û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin.
KNK’ê her wiha di peyama xwe de, li ser planên dagirkirina Şengalê jî axivî û da zanîn ku pêwîst e nasnameya Êzidiyatiyê were parastin û civaka Êzidî, bi awayekî xweser, ew xwe bi rê ve bibe.