Şehîd Rizgar Denîz li wargeha Mexmûrê hate bibîranîn

Îro salavegera 3. a şehadeta nûçegihanê ANHA’yê, Rizgar Denîz e.
Rojnamevan û şehîdê Çapemeniya Azad Rizgar Denîz li ser gora xwe ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hate bîranîn.

Rizgar Denîz û hevrêyên xwe yên rojnamevan Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed, dema bûyerên rizgarkirina sivîlan ji nava lepên çeteyên DAIŞ’ê û veguhastina ji bo herêmên rizgarkirî û ewle dişopandin, 12’ê Cotmeha 2017’an, li ser rêya di navbera Hesekê û Dêra Zorê de 2 êrîşên xwekuj di nava sivîlan de pêk hatin.

Di encamê de, Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd bûn û Rizgar Denîz jî bi giranî birîndar bû.

Rizgar Denîz, piştî birîndarbûna xwe 70 rojî, 18’ê Kanûna 2017’an şehîd bû.

Cenazeyê şehîd Rizgar li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê, bi merasîmeke bi heybet hat veşartin.

Şehîd Rizgar Denîz di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de li wargeha Mexmûrê bi merasîmekê ji aliyê rojnamevan û gelê wargehê ve hate bîranîn.

Di merasîmê de li ser navê kedkarên çapemeniyê Weysî Tallî axivî.

Rojnamevan Weysî Tallî di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê layîqî têkoşîna şehîdan bin û xebata ku Ş. Rizgar cihê ku hiştiye wê hîn bi xurtir berdewambikin.

Dayika Şehîd Rizgar Meryem Adanmiş jî diyar kir ku ew bi kurê xwe serbilind e û got:

“Ez weke dayîk dibêjim heta ez sax bim ez ê li pey doza zarok, şehîd, Rêber û gelê xwe bim.”

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Back to top button