Rêveberiya Veguhastina erebeyan a Minbicê ji bo xizmeta gundên bajar û bidawîkirina aloziya çûn û hatinê bîne, geracek vekir.
Vekirina geracê îro bi merasîmekê pêk hat.
Di merasîma vekirinê de bi dehan şêniyên bajêr û endamên saziyan amade bûn.
Geraca ku hatiye vekirin, 400 erebeyan di nav xwe de dihewîne û wê bikeve xizmeta 130 gundên başûr û rojavayê bajarê Minbicê.
Bi vekirina vê geracê wê pêşî li qerbalixa erebeyên li kolanên sereke were girtin.
Her wiha endamê rêveber ê Rêvberiya Veguhastinê Mistefa Berkel destnîşan kir ku ev gerac ji bo yekirina rawestgeha hemû erebeyên gundewarên bajare û peydakirina pêdiviyên şêniyane.