Li cîhanê hêz û berxwedana şervanên YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê deng veda. Li ser vê berxwedana wan gelek berhemên biyanî derketin. Herî dawî rêzefilmê “No Man’s Land” ango “Axa bê-mirov” ku behsa berxedana şervanên YPJ’ê ya li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê dike, derket.
Berxwedana Rojavayê Kurdistanê ku bi bi pêşengiya jinan hatiye nasîn, bû mijara rêzefilmeke din a biyanî.
Berî niha gelek berhem li ser vê berxwedanê hatine çêkirin, ji wan jî filmên “Keçên Rojê” û “Xwîşkên Çek” bûn.
Herî dawî du platformên dîjîtal yên hevpar Hulu û Arte France berhemeke nû ya bi navê “No Man’s Land” ango “Axa bê-mirov” derxsit.
Ev rêzefilm behsa hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana şervanên jin ên li dijî vê hovîtiyê dike û beşa yekemîn a vê rêzefilmê ji 8 xelekan pêk tê
Di rêzefilm de, behsa sedema beşdarbûna ciwanên Ewropî jî ji bo YPG û YPJ’ê tê kirin .