Li Efrîna dagirkirî, ji destpêka vê mehê û heta niha 127 şênî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine revandin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê, beriya çend rojan çeteyan li gundê Erendê, Misteşûra, Qasima, Dela û Şîtka pêngavên revandinê yên befireh dane destpêkirin.
Gundê Mîrkan jî beriya çend rojan hat dorpêçkirin û zêdeyî 100 şêniyî jê revandin.
Çeteyan her wiha gundên navçeya Şêrawa û gundê Mîrkan ê navçeya Mabata jî dorpêç kirin û derketina şêniyan qedexe kir.
4’ê Kanûnê çeteyên dewleta Tirk a dagirker, 12 sivîl ji gundên Basûfan û Kibêşîn ên navçeya Şêrawa û zêdeyî 15 sivîl ji gundê Bi’yê yê heman navçeyê revandin.