Ji bo pêşxistina sîstema perwerdê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ragihand ku pirsên ezmûnên dawîn ên refên 9 û 12’an li herêma Cizîrê dê wekî hev bin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê ji bo pêşxistina sîstema nirxandina xwendekaran, sîstemeke nû ji bo ezmûnên refên 9 û 12`an ava kir.
Têkldarî vê mijarê Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihmed Salih Ebdo ji ANHA`yê re axivî.
Ebdo diyar kir ku desteyê komîteyek ji bo avakirina sîstemeke nû ji nirxandina xwendekaran re amade kir û got:
Ebdo da zanîn ku di hundirê desteyê de Daîreya Ezmûnan hat damezirandin da ku çavdêriyê li ser ezmûnên refên 9 û 12’e bike.
Ebdo destnîşan kir ku li gorî hin şertan rêjeyeke pileyên xwendekaran ji refa 7`an heta refa 12’an kom bibin û piştre li ser pileyên dawîn zêde bikin.
Ebdo diyar kir ku ev sîstem li ser rêveberiyên dibistanan hatiye belavkirin da ku di vê salê de bê pêkanîn.