Lavrov û Çavuşoglu li Soçiyê aloziya Sûriyê gotûbêj kir

Li Soçiyê, Wezîrê derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov bi hempîşeyê xwe yê Tirkî Mevlut Çavişoglu re civiya û rewşa li Sûriyê nîqaş kir.

Sêrgî Larov teqez kir ku her du alî pabendî biryarên Astanayê ne û girîngiyê didin pêvajoya siyasî û pêşxistina karê desteya Destûrî ku gera xwe ya 5. meha bê li dar dixe.

Lavrov diyar kir ku Rûsya û Tirkiye ji bo rewşa mirovî jî li Sûriyê dixebitin û bal kişand ser encamên kongreya penaberan ku beriya demekê li Şamê hatibû lidarxistin.

Girêdayî karê her du welatan di warê mirovî de… ji ber topbarana dewleta Tirk li pêş çavê Rûsyayê, bi hezaran sivîl li bakurê Sûriyê hatine kuştin û bi sedhezaran ji warên xwe koç bûne.

Back to top button