Êrîşên rêjîma Sûrî li dijî çeteyên li herêmên Hema û Idlibê dijwartir dibe.
Ev du roj in, balafirên şer ên rêjîmê bi dijwarî bajarê Xan Şêxûnê bombe dikin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên şer navçeya Kefer Zîta , Latamna û herêmên derdorê li bakurê Hemayê bombe kir.
Li başûrê Idlibê jî, bajarê Xan Şêxûn bû hedefa êrîşên balafirên rêjîmê.
Di encamê de 7 çeteyên bi navê artêşa Îze hatin kuştin.
Her wiha çavdêriyê ragihand ku di encama topbaran hêzên rejîmê ya li ser sûka bajarokê Cisir Şixûr ê Idlibê de, sivîlek hat kuştin.
Li heman herêmê, gundên Teman’a, Skîk û Om Celal hatin bombekirin.
Her wiha herêma Şêr Migar jî ya li ber noqteya çavdêriyê ya dewleta Tirk a dagirker ji aliyê rêjîmê ve hat bombekirin.
Li gorî çavdêriyê ji destpêka pêkanîna peymana Putin û Erdogan li ser Idlibê heta niha 375 kes hatine kuştin.
Ji van
156 sivîl, 125 ji hêzên rejîmê û 94 çete hatine kuştin.