Hêzên Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek berfireh dan destpêkirin
Ofîsa Çapemeniyê ya Ewlehiya Iraqê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Iraqê operasyona leşkerî ya bi navê “Şêrên Cizîrê ” li çolistana Enbarê heya sînorê Suriyê dijî çeteyên DAIŞ’ê daye destpêkirin.
Ofîsa Çapemeniyê ya Ewlehiya Iraqê di daxuyaniya xwe de got:
“Operasyona Şêrên Cizîrê bi rêveberiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş, li çolistana Cizîrê ya Bakurê parêzgeha El-Enbar, başûrê Nînewa û rojavayê Selahaddînê heta sînorê navneteweyî yê Suriyê, dijî çeteyên DAIŞ’ê destpêkiriye.
Armanca sereke ya operasyonê, paqijkirina çeteyan ji herêmê ye.”