Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger a bajarê Qamişlo bi rasthatina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li Baxçeyê Avesta yê bajarê Qamişlo, pêşangehek li dar xist.
Di pêşangehê de, pirtûk û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan ku bi destan hatibûn xêzkirin, hatin pêşkêşkirin.
Ciwanên Qamişlo der barê pêşangehê de nêrînên xwe bi par ve kirin û da xuyakirin, ew ê ti carî dîlgirtina Rêber Ocalan qebûl nekin.