Hemwextî êrîşên rojane, hewldanên derxistina fitne û tevlîheviyê jî li dijî herêmê tên kirin. Rûspiyê eşîra El-Cewala ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdullrehman El-Reşîd tekez kir “Ev hewldanên derxistina tevlîheviyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wê têk biçin” û eşîreyên herêmê ji armancên wan siyasetan hişyar kir.
Hem êrîşên rojane, hem jî hewldanên tevlihevî û fitneyê ranawestin û her hene..
Hemû jî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û projeya wê ya serkeftî, hemwextî hev tên kirin, projeya ku bûye armancên sereke yên dijber û dijminan.
Li ser van hewldanan, Rûspiyê eşîra El-Cewala ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdullrehman El-Reşîd destnîşan kir ku ev hewldan ne tiştekî nû ne, lê belê berdewamkirina plan û siyasetên derxistina nakokiyên eşîretî û mezhebî ne.
Ji destpêkê ve hin aliyan hewl dan piştgirî û destekdayîna eşîreyan armanc bikin, lê belê gelê me haydar û bîrewer e. Eşîreyên me jî ji vê yekê hişyar in.
Ne di berjewendiyên kesî de ye ku fitne derkeve.
Lewma çi biqewime ji şer, kuştin û pevçûnan, di dawî de em ê li maseya danûstandinan vegerin.
Ji ber wê, çima em nadin û nastînin berî ku pev biçin.
Rûniştina li ser maseya danûstandinan, çareya herî guncaw û tekane ya aloziya ku ev çend sal in herêm tê re derbas dibe ye.
Abdullrehman El-Reşîd eşkere kir ku dem hatiye êdî gelê Sûriyê rêya rast bibijêre û îşaret bi hişyariya gel ji hewldanên derxistina fitneyê kir.
Ev deh sal têrê dikin ku em bibêjin gelê me êdî têgihiştî bûye û ji aliyê bîrdozî ve bîrewer û zana bûye.
Di salên dawî de zehmetiyên mezin dîtin. Dem êdî hatiye ku rêya rast bibijêre.
Abdullrehman El-Reşîd tekez kir ku rûnistina li ser maseya diyalogê çareseriya herî gunaw û rêya tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.
Rûspiyê eşîra El-Cewala Abdullrehman El-Reşîd di dawiyê de tekez kir “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di serî de şêx û rûspiyên eşîran wê li pey siyasetên ku armanca wan xirakirina ewlehî û aramiya herêmê ye, neçin.”