Şêniyên Reqa name ji rêber Abdullah Ocalan re nivîsandin û banga azadiya wî kir.
Bi sedan şêniyên Reqayê name ji rêber Abdullah Ocalan re nivîsand û ew radestî Komîteya Rêbertî kir.
Komîte jî dê nameyên şêniyan radestî Komîteya Navendî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.
Şênî di nameyan de hestên xwe yên li beramberî rêbertî û bertekên xwe yên li hemberî komployê rave kirin.
Di nameyan de komploya navnetewî hat şermezarkirin û banga azadiya Rêber hat kirin.
Her wiha hat teqezkirin, ew ê di rêya fikir û felsefeya Rêber APO têkoşîna xwe her bimeşînin.