Fransayê cezayên giran li 3 birayên tundrew birî

Li Fransayê cezayên giran li çeteyên ku amadekariya komkujiyekê kiribûn, hatin birîn.

Cezayên giran, li 3 Îslamiyên tundrew ên li Fransayê ku di dema amadekirina komkujiyekê de hatibûn girtin, hatin birîn.

Ev hersê kes bira ne û ji 24 heta 41 salî temenên xwe hene.

Ew bi eslê xwe jî ji Bakurê Afrîkayê ne û li Parîsê hatin darizandin.

Dozgeriya Antî-Teror (PNAT) xwest ku ji 20 heta 30 salî ceza li wan bê birîn û dawiyê biryara ji 22 heta 30 salî cezayê girtîgehê da.

Ev bira di encama operasyoneke rêxistina îstîxbarata navxweyî ya Fransayê (DGSI) de hatibûn girtin.

Back to top button