Hejmara koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê di kampa Holê de zêde dibe.
Li gor agahiyan ta niha hejmara malbatên çeteyên biyanî gihaşt derdora 7 Hezar kesî.
Li kampa Holê ya li başûr-rojhilatê Hesekê heta niha bi hezaran malbatên çeteyan lê hatine bicihkirin.
Hejmara giştî ya koçber û penaberan û malbatên çeteyan gihîşt 65 hezar û 124 kesan.
Di van 6 hezar û 251 kes ji malbatên çeteyên biyanî ne.
Berpirsê komîteya têkiliyan ê kampa Holê Nebîl Hesen dazanîn ku di nav kesên li kampa Holê de malbatên çeteyên ji Sûriyê û Iraqê jî hene.
Nebîl Hesen diyar kir ku ew di nava kampê de têne ferzkirin û malbatên çeteyên biyanî ji kampên taybet re têne şandin.
Hesen daxuyakirin ku ji ber hejmara zêde ya koçberan, rêveberiya kampê niha 2 aliyên din jî amade dike.