Zextên AKP’ê…Der heqê 9 parlamenterên HDP’ê de gilîname hatin amadekirin

Ji bo nixumandina binketina xwe li Garê, dewleta Tirk zextên li ser HDP zêdetir kirine û bi hinceta “Çalakiyên Kobanê” der heqê 9 parlamenterên HDP’ê de gilîname hatin amadekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, hevseroka Giştî ya HDP’ê jî di nav de, derbarê, 9 parlamenterên HDP’ê de gilîname amade kirin û ji Wezareta Dadê re hatin şandin.

Parlementerên gilîname der heqê wan hatine amadekirin ev in:

Pervîn Bûldan, Fatma Kûrtûlan, Garo Paylan, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Sarûhan Olûç, Serpîl Kemalbay, Sezaî Temellî û Pero Dundar.

Li Stenbolê 3 jê zarok 11 kes hatin girtin

26 kesên ku 13ê Sibatê di operasyonên qirkirina siyasî yên li gelek navçeyan ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve hatin destgîrkirin, hatin girtin.

Di nav de 3 zarok, dadgehê biryara girtina 11 kesan da û 15 kes jî berdan.

Li Rihayê 10 kes hatin girtin

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, li Sêrt, Amed, Mêrdîn, Hatay, Osmaniye, Edene, Çorûm, Ûşak û Stenbolê di serdegirtina malan a 11ê Sibatê de ji 10 kesên hatibûn destgîrkirin her 10 kes hatin girtin.

Back to top button