HPG’ê nasnameyên 14 gerîlayên ku di berxwedana Garê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir.
HPG’ê got, “Hevrêyên me heta kêliya dawî li ber xwe dan, dijminê dagirker bi rengekî dîrokî têk birin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê girêdayî bîranîna rêhevalên xwe bin û li ser xeta şehîdan armanca wan pêk bînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameyên 14 gerîlayên di berxwedana dîrokî ya Garê de ku li dijî êrişa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn eşkere kir.
HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku gerîlayên şehîd ên qehreman êrîşa dagirker a rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst ya li dijî Garê şikandin, artêşa Tirk a dagirker têk birin û armanca dagirkeriyê di qirika wan de hişt.
HPG’ê got,
“Êrişa dagirkeriyê ya li ser herêma Garê ku 10’ê Sibatê serê sibehê dest pê kir û şeva 13’ê Sibatê bi reva artêşa Tirk bi dawî bû, di encama berxwedana lehengî ya hevrêyên me yên şehîd bûn, li qada cengê derbeke giran li artêşa Tirk hate xistin. Ligel teknolojiya serdemê û teknîka şer rêhevalên me yên şehîd bi îradeya milîtaniya Apocî, bawerî û îradeyeke mezin û hostatiya şer berxwedaneke dîrokî û serkeftî pêk anîn.”
HPG’ê diyar kir gerîlayên şehîd perspektîfa têkoşînê ya ji bo azadiya Rêbertî û welat, pêşkêşî wan kirine û soza pêkanîna armanc şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên şehîdbûne wiha ye:
Nasnav: Şoreş Beytuşşebap Nav paşnav: Kamûran Ataman Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Nazdar-Sabrî Dem û cihê şehadetê: 10-14’ê Sibata 2021 / Garê |
Nasnav: Cûdî Serhat Nav paşnav: Nedîm Kiliç Cihê jidayikbûnê: Qers Dayik-Bav: Ferîde-Nesîm Dem û cihê şehadetê: 10-14’ê Sibata 2021 / Garê |
Nasnav: Bawer Elkê Nav paşnav: Ergîn Dûrmûş Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Hadîce-Sadî Dem û cihê şehadetê: 10-14’ê Sibata 2021 / Garê |
Nasnav: Erdal Rojhilat Nav paşnav: Erselan Xanîzade Cihê jidayikbûnê: Kotol Dayik-Bav: Esmer-Mihyeddîn Dem û cihê şehadetê: 10-14’ê Sibata 2021 / Garê |
Nasnav: Argeş Ronî Nav paşnav: Sefkan Kaya Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Gultekîn-Mehmet Zekî Dem û cihê şehadetê: 10-14’ê Sibata 2021 / Garê |
Nasnav: Avareş Van Nav paşnav: Gokhan Kol Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Nazîme-Sadrettîn Dem û cihê şehadetê: 10-14’ê Sibata 2021 / Garê |
Nasnav: Rojhat Mûsyan Nav paşnav: Bayram Elhaman Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Ayten-Şadîn Dem û cihê şehadetê: 10-14’ê Sibata 2021 / Garê |
Nasnav: Xeyrî Çewlik Nav paşnav: Emrah Ordû Cihê jidayikbûnê: Çewlik Dayik-Bav: Sidika-Îbrahîm Dem û cihê şehadetê: 10-14’ê Sibata 2021 / Garê |
Nasnav: Delîl Kobanî Nav paşnav: Ewnî Mahmûd Cihê jidayikbûnê: Kobanê Dayik-Bav: Zelîx-Hîkmet Dem û cihê şehadetê: 10-14’ê Sibata 2021 / Garê |
Nasnav: Xabûr Dêrik Nav paşnav: Cabbar Îsmaîl Mûhammed Cihê jidayikbûnê: Dêrik Dayik-Bav: Besê-Îsmaîl Dem û cihê şehadetê: 10-14’ê Sibata 2021 / Garê |
Nasnav: Rêber Kobanî Nav paşnav: Îbrahîm Mûhammed Osman Cihê jidayikbûnê: Kobanê Dayik-Bav: Zehra-Mûhammed Dem û cihê şehadetê: 10-14’ê Sibata 2021 / Garê |
Nasnav: Seydo Refîk Nav paşnav: Hogir Nesan Cihê jidayikbûnê: Efrîn Dayik-Bav: Mevlûde-Mûstafa Dem û cihê şehadetê: 10-14’ê Sibata 2021 / Garê |
Nasnav: Seyfî Polat Nav paşnav: Ferhat Aslan Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Fatma-Îkram Dem û cihê şehadetê: 10-14’ê Sibata 2021 / Garê |
Nasnav: Arhat Amed Nav paşnav: Mehmet Alî Algor Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Rabîa-Ramazan Dem û cihê şehadetê: 10-14’ê Sibata 2021 / Garê |