ŞERVANÊN QSD’Ê DERBASÎ KAMPA ÇETEYAN BÛN

Şervanên QSD’ê bi pêşengiya yekîneyên taybet ên YPG’ê ketin kampa çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê û kirin bin kontrola xwe..
Ev yek jî tê wateya ku hebûna DAIŞ’ê ya li herêmê êdî têk çûye.

Darbeya dawî ya tinekirina DAIŞ’ê li Baxozê 1’ê Adarê destpêkir, ber bi encamê ve diçe.

Di rewşa heyî de komên çete tenê li hin deverê ku weke kamp tê binavkirin asê mabûn.

Lewma şervanên QSD’ê duh ji aliyê bakur ve karîbûn xwe bighînin kampa çeteyan.

Îro jî ji her alî ve şervan bi pêşengiya yekîneyên taybet ên YPG ketin nava kampa Baxozê û kamp kontrol kirin

Nûçegihanên televizyona me ragihandin ku di van kêliyan de di hin deverên biçûk de şer di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de rû dide.

Leave a Reply

Back to top button