92 dezgeh û saziyên hiqûqî, birîna cezayê heta hetayî yê der heqê keça Sûrî Çîçek Kobanî de, şermezar kir.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku 92 dezgeh û saziyên hiqûqî bi daxuyaniyekê cezayê dewleta Tirk ê derqanûnî ku li dijî Çîçek Kobanê birîbû, red kir.
Her 92 sazî û dezgehan bang li NY û Saziyên Mafê Mirovan yên xwecih û navdewletî kir, ku zextê li dewleta Tirk bikin, da ji biryara der heqê Çîçek Kobanê û gelekên weke wê de, vegere.