Li Nêjîryayê, 11 sivîl bûn armancên terora çeteyên DAIŞ’ê û hatin kuştin.
Li bajarê Gîdam li bakur-rojhilatê Nêjîryayê, çeteyên DAIŞ’ê bi zêdeyî 8 erebeyan êrîş kir.
Çeteyan ev êrîş beriya dema fitarê pêk anî û di encama wê de, 11 sivîl hatin kuştin û çeteyan destê xwe danîn li ser bajêr.
Çarşemê jî, komeke çekdar êrîşî zanîngehekê li wîlayeta Kadona kir û tê de kesek hat kuştin û jimereke mezin a xwendekaran hat revandin.