Serokê DYA bi awayekî fermî naskirina komkujiya Ermenan ragihand

Piştî naskirina Amerîkayê bo komkujiyên Ermenan, Ermenistanê li ser avêtina vê gavê spasiya Joe Biden kir. HDP’ê jî li ser yekê, bang li Enqereyê kir ku komujiyan fermî nas bike. Lê Serokkomarê Tirkiyê Erdoganê faşîst weke her carê li dijî biryarê derket.. 

Piştî buhirîna 106 salan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê komkujiya Ermenan nas dike.

Serokê DYA’yê Joe Biden ê ku di pêngava hilbijartina xwe de soza naskirinê dabû, pêk anî û li gotina xwe xwedî derket.

Joe Biden duh 24 Nîsanê komkujiyên Ermenan ên ku Osmaniyan berî 106 salan pêk anîbûn, bi awayekî fermî weke jenosîd nas kir.

Joe Biden piştî derbasbûna 3 mehan di ser wîlayeta wî re, roja Înê digel hempîşeyê xwe Erdogan axivî û mizgîniya naskirina komkujiyê dayê..

Di dîroka Amerîkayê de ti serokî ev gav nedabû ber çavên xwe.

Nancy pelosi: Êrîşên li ser Kurdan jî van komkujiyan tînin bîra me

Ji aliyê xwe ve, 100 endamên Kongressê li ser vê gavê, spasiya Biden kir, Seroka Parlamenteran Nancy Pelosi jî got:

Êrîşên dawî yên dewleta Tirk li ser Kurdan komkujiyên der heqê Ermenan de tîne bîra mirov.

Serok wezîrê Ermenistanê: Em ji mêj ve li hêviya vê gavê bûn

Serokwezîrê Ermenistanê Nikole Pashinyan jî bi nameyekê anî ziman ku “Gelê Ermen ji mêj ve li hêviya vê gavê bû.

HDP: Divê Tirkiye komkujiyan fermî nas bike

Ji hundirê Tirkiyê jî, Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê bang li Enqereyê kir ku van komkujiyan fermî nas bike.

Li aliyekî naskirina kumkujiya Ermenan kêfxweşiyeke cîhanî aniye der, li aliyekî din jî hêrsa Enqereyê tev rakiriye.

Erdogan: Em bi awayekî quteber vê gavê red dikin

Erdoganê faşîst piştî gava Waşingtonê ev yek bi awayekî quteber red kir û got ku, “hewldaneke bo destêwerdana karûbarên Tirkiyê ye.”

Di vê derbarê de, Wezareta Derve ya Tirkiyê balyozê Waşingtonê vexwest Enqereyê.

Biryara Amerîkayê ji ber ku endameke mayînde ya Konseya Ewlekariyê ye, dê bihêle Ermen daxwaziya mafên bikin û Tirkiye jî neçarî dana qerebûyan bo neviyên qurbanan bike.

Tê payîn piştî vê gavê, tengejiyên Waşington û Enqereyê zêdetir û kûrtir bibin.

Back to top button