HPG: Qonaxa pêşîn a dagirkeriyê hat têkbirin 38 dagirker hatin kuştin

Ji 23’ê Nîsanê ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên parastinê yên medyayê dewam dikin. Gerîla bi berxwedaneke mezin derbên giran li dagirkeran xist. HPG’ê ragihand ku qonaxa pêşîn a êrîşên dagirkeriyê hat têk birin û da zanîn di encamê de 38 leşkerên Tirk yên dagirker hatinkuştin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku 23’ê Nîsanê li dijî Metîna, Zap û Avaşînê dabû destpêkirin dewam dikin. Gerîla bi çalakiyên mezin derbên giran li dagirkeran dide.

Navenda Raginadin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser berxwedana gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir piştî li herêma Zapê ‘Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan’ li herêma Metîna jî ‘Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr’ hat destpêkirin û ev agahî parve kir;

“25’ê Nîsanê hêzên me li dijî komeke dagirkeran ku dixwestin xwe li Girê Şehîd Serdar a Herêma Avaşîn bi cih bikin, ji nêz ve li wan dan. Di vê çalakiyê de 6 dagiker hatin cezakirin.

25’ê Nîsanê dagirkerên ku bi xaza jehrî bi dijwarî berê xwe dan çeperên şer ên li girê Mamreşo ya herêma Avaşîn, hêzên me li wan dan. Di van çalakiyan de bi kêmanî 3 dagirker hatin cezakirin.

26’ê Nîsanê dagikerên ber bi çeperên şer ve pêş ve hatin, hêzên me ji nêzîk ve bi xurtî li wan dan. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, û gelek jî birîndar bûn.

26’ê Nîsanê hêzên me li dijî dagirkerên li herêma Avaşîn, çalakî pêkanîn. Gerîla ketin çeperên dagirkeran û tarûmar kirin. Di vê çalakiyê de bi kêmanî 4 dagirker hatin kuştin û gelek çekên wan hatin desteser kirin.

23’yê Nîsanê hêzên me li dijî dagirkerên li herêma Zapê çalakiyên sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin.

25’ê Nîsanê hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li devera Qela Bedewê ya herêma Zapê bicih bûbûn, 2 çalakiyên sekvaniyê kirin. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.

Heman rojê hêzên me dagirkerên li Qela Bedewê kirin hedef. Di vê çalakiyê de bi kêmanî 2 dagirker hatin cezakirin.

26’ê Nîsanê Hêzên me dagirkerên ku li Girê Şehîd Sorxwîn a Herêma Zapê bi cih bibûn, xistin kontrola xwe û li wan dan. Di vê çalakiyê de bi kêmanî 8 dagirker hatin cezakirin.

25’ê Nîsanê hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Zendûra ya herêma Metînayê bi cih bûbûn, du çalakiyên sekvaniyê lidar xistin, di van çalakiyan de bi kêmanî du leşker hatin cezakirin.

26’ê Nîsanê dagirkerên li devera Zendûra bicih bûbûn, hêzên me ew kirin bin kontrolê û ji nêzîk ve bi xurtî li wan da û dagirkerek hate cezakirin.

Heman rojê hêzên me dagirkerên ku li qada Zendûra kirin bin kontrolê û li wan da. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

25’ê Nîsanê hêzên me yên YJA Starê li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin.”

Back to top button