Li gundên dagirkirî yên rojavayê Til Temirê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hev ketin.
Li gorî ajansa nûçeyan Hawarê, duh di saetên êvarê de, li gundên Reşîdiyê û Qasimiyê yên Til Temirê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer derket.
Çeteyan çekên giran li dijî hev bi kar anîn. Hate ragihandin ku kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê derbarê hejmar û sedema şer tu agahî nehatin bidestxistin.
Çeteyan kuştî û birîndarên xwe rakirin nexweşxaneyên Serê Kaniya dagirkirî.