Li Efxanistanê di enacama 2 teqînan de herî kêm 16 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Efxanistanê teqînek pêk hat, di encama teqînê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku ji nav 13 kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane 9 ji wan heman malbatê ne.

Derbarê heman mijarê hin berpirsên Efxanî dan xuyakirin ku hin çekdarên nenas otobîsek radiwestînin û 3 zilamên ji malbata El-Hezara dikûjin.

Cîgirê leşkerî li bajarê Hilmondê Zeman Hemderan jî derbarê teqînê de axivî û got:

“Erebeya ku hat teqandin berê wê li Leşker-Ceh bajarê Hilmondê ku di bin serweriya Talîbanê de bû.

Di encama teqîna de herîkêm 12 kes jiyana xwe ji dest dane.

Hikûmeta Efxanistanê jî, ji ber vê bûyerê Talîbanê tawanbar kir.

Her wiha hemwextê vê bûyrê li bajarê Xorpost’ê li Efxanistanê jî teqînek pêk hat. Di vê teqînê de jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button