Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya 3’yemîn îro bi dawî bû. Hunermendên ku beşdarî komxebatê bûn, hatin xelatkirin.
Di 3 rojan de bi dehan şêniyên Qamişlo û pêkhateyên wê yên Kurd, Ereb û Suryan, serdana pêşangehê kirin.
Bi beşdarbûna girseyî a şêniyên Qamişlo û şandeya Rêveberiya Xweser, komxebat bi dawî bû.
Di komxebatê de, Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xelat li hemû şêwekaran belav kirin.
Her wiha teqdîrnameyek radestî hunermend û endamê Komîteya Amadekar a komxebatên Mûnîr Şêxî hate kirin.
Di dawiya komxebatê de, stranên bi erebî û kurdî hate pêşkêş kirin.
Pêşangeh dê heta dawiya Gulanê vekirî be û dê tabloyên di pêşangehê de hatine pêşandan ji aliyê Desteya Çandê ve werin nirxandin.