Ji 22 vê mehê de ji ber rabûna Bahozekê kehrebe li ser hêrêmê qut bûye û xebatên sererastkirina wê didomin.
Ev dîmenên sererastkirina burcên kehrebê ne û li gorî Buroya Enerjiyê li herêma Cizîrê, divê îro xebatên wan bi dawî bibin.
Li gorî buroyê, pirsgirêk di xeta 230 K.V de derket û 3 burc jî ketin, hişt ku kehrebe li ser tevahiya herêmê qut bibe.