Rêveberiya Çînê biryar da ku her malbatek dikare 3 zarokên xwe hebe

Çîn naxwaze di warê zêdebûna jimara welatiyan de yekembûna xwe ji dest bide.
Ji ber ku nifûsa Çînê kal û pîr dibe, li welat biryar hate dayîn ku êdî malbat dikare 3 zarokên xwe hebe.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çînê ya Nû sînordariya du zarokan hatiye rakirin û wê malbat karibin sê zarokan bînin dinyayê.

Piştî eşkerekirina jimartina nifûsê ev biryar hate dayîn.

Li gorî encamê li Çînê ya ku welatê herî qerebalix ê cîhanê ye, rêjeya jidayikbûna pitikan kêm dibe.

Par nifûsa Çînê 1,411 milyar bû.

Li gorî hejmartina 2010’an nifûsa welat di 10 salan de ji sedî 5,35 zêde bûye.

Ji 1960’an û vir ve ev wekî rêjeya herî bilind tê nirxandin.

Ji ber vê yekê 2015’an biryar hatibû dayîn ku malbat êdî dikarin du zarokan bînin dinyayê.

Tê texmînkirin ku nifûsa Çînê 2027’an bigihêje lûtkeyê û 20150’an de jî dakeve 1,32 milyar kesî.

Back to top button