Muxtarê Sîba Şêx Xidir a ser bi Şengalê Ehmed Xayib bang li pêkhateyên Şengalê yên li kampên Başûrê Kurdistanê kir ku li malên xwe vegerin.
Ehmed Xayib destnîşan kir ku Şengal ya hemû Şengaliyan e û anî ziman “Pêwîst e bê ferq û cûdahî em ji bo Şengala xwe kar bikin.”
Li ser îddîayên ku Êzîdî rê nadin Suneyên Şengalê vegerin malên xwe jî Ehmed Xayib got:
“Hinek îddîa tên belavkirin, qaşo em destûrê nadin Sûneyên Şengalê vegerin malên xwe, ev gotegot ne rast in.”
Ehmed Xayîb dawiyê bang li hemû Êzîdî û Şengaliyên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin kir ku vegerin malên xwe û Şengalê bi hev re ava bikin.