Feleknas Ûca êrîşa çeteyên Tirkiyê li ser Gorên Efrînê xist rojeva meclîsa Tirk

Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca jî êrîşa çeteyên dewleta Tirk ya li ser goristana şehîdan ya Efrînê xist rojeva meclîsa Tirk.

Parlamentera Partîya Demokratîk ya gelan (HDP) Feleknas Ûca derxistina cenazeyên şervanên YPG, YPJ’ê û sivîlan ku ji Goristana Avesta ya Efrînê hat derxistin bir rojeva Meclîsa Tirkiyê.

Feleknas Ûca xwest ku Cîgirê Serokkomarê Tirk Fûat Oktay pêşniyazpirsê bibersivîne.

Feleknas Ûca di pêşniyazpirsê de bal kişand ser rûxandina goristana li gundê Şêxorzê ya Efrînê û da zanîn kevirên goran ku hatine rûxandin ji aliyê çeteyan ve hatine firotin û li hewşên malên welatiyan ku desteser kirine, bikar anîne.

Feleknas Ûca di pêşniyazpirsê de bal kişande li ser propaganda derew a Ajansa Andolûyê jî û ev goristana şehîdan weke gora komî nîşan dabû.

Back to top button