Şervanê QSD’ê Elî Mihemed Mehmûd (Humsî) bi merasîmekê li goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji hêla QSD’ê ve dest pê kir. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveber ê meclisê Ebdulhekîm Hisên axivî û wiha got: “Em şehîdekî û zavayekî li pey hev bi tilîlî û serbilindî oxir dikin. Li hermberî wê israra me ya pêkanîna armancên şehîdan heye, ji ber ku wan meşaleyên serhildanê pêxistin.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Mehmûd El-Elî, di kesayeta şehîd Elî Mehmûd de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku wan di oxira pêkanîna jiyaneke birûmet û azad de canê xwe da.
Piştre li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Heverokê Komîteya Têkiliyên Giştî Îbrahîm Mihemed got, şehîd bi bedenên xwe diçin, lê giyaên wan û xebatên wan rêya gelan ronî dike û bi keda xwe neteweya demokratîk û biratiya gelan ava kirin.
Piştî axaftinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mihemed El-Ereb wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.
Şehîd bi diruşmên silavkirina berxwedanê û tilîliyên dayikan hat oxirkirin.